HRW: Ewên li Iraqê çalakvanan teror dikin, nûnerên wan li parlamentoyê hene

Rêxistina Mavên Mirovan a Navdewletî (HRW) ragihand; heta niha komên çekdar ên Iraqê ku destê wan di terorkirina çalakvanên xwepêşandanan de heye, 81 hewldanên terorkirinê dane û ji wan 34 hewlên xwe cîbicî kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Mavên Mirovan a Navdewletî (HRW) ragihand; heta niha komên çekdar ên Iraqê ku destê wan di terorkirina çalakvanên xwepêşandanan de heye, 81 hewldanên terorkirinê dane û ji wan 34 hewlên xwe cîbicî kirine.

HRW di raporta xwe de ku roja înê 21ê Gulana 2021ê belav kiriye, diyar dike ku komên çekdar ên hewla terorkirina çalakvanan didin, nûnerên wan li parlamentoyê heye û xwedî partiyên siyasî ne, tevî vê jî di hilbijartinên bê de, dibe ku endamên wan bikarin postên diyar di hikûmetê de werbigrin, ev jî li hember cezakirina terorkirina çalakvanan pirsgirêk derdixe.

Li gor raportê, helwdanên terorkirina çalakvanan ji destpêka serhildan û xwepêşandanan a ji Cotmeha 2019an ve dest pê kiriye û yek ji sê hewldanan jî di serdema hikûmeta Mistefa Kazimî de bûne, her çiqas serokwezîr lijneya lêkolînê pêk aniye, lê belê heta niha lijneyê ti encamek belav nekiriye.

Weke di raportê de hatiye behskirin; komên çekdar di kiryarên xwe de berdewam in û bêyî ku ti tirseke wan ji cezakirinê hebe tevdigerin.