Pêşmerge û artêşa Iraqê jûra hevbeş pêk tînin
Kerkûk (K24) – Berdevkê Wezareta Berevanî ya Iraqê Tehsîn Xefaçî eşkere kir; sibe li Kerkûkê jûra hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de were pêkanîn.
Tehsîn Xefaçî ji K24ê re ragihand: “Biryar e sibe li Kerkûkê jûra hevbeş di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de were pêkanîn û dest bi civînan bikin ji bo tijekirina valahiya ewlehiya li deverê.”
Xefaçî diyar kir: “Me li Diyala jûra hemahengiyê pêk aniye û em serkeftî bûn, li Kerkûkê jî em ê sibe civînê bikin, nûnerê Pêşmerge jî li jûrê amade bibe.”
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Iraqê Tehsîn Xefaçî da zanîn: “Karê jûrê di destpêkê de danûstandina zanyariyan e û herwiha gotûbêjkirina li ser zanyariyên îstixbaratê yên çekdarên DAIŞê ye, ku armanca hemûyan rûbirûna wan e.”