Navenda Hevahengiyê ya Pêşmerge û artêşa Iraqê li Kerkûkê vedibe

8 efserên Wezareta Pêşmerge diçin Kerkûkê.

Kerkûk (K24) – Îro Navenda Hevahengiyê ya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de li leşkergeha K1 li Kerkûkê tê vekirin û 8 efserên Lîwayên Yek û Du yên Wezareta Pêşmerge diçin Kerkûkê û bi fermî li wê navendê dewam dikin.

Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefacî ji K24ê re ragihand, ev navend di bin fermandariya Hewlêr û Bexdayê de di destpêkê de zanayriyên hewalgiriyê bi hev vediguhêrin. Biryar e di vê heftiyê de jî çend navendên din bêne vekirin û di demeke nêz de jî li navçeyên ku valahiyên ewlehiyê û çekdarên DAIŞ'ê lê hene, operasyonên hevbeş bêne pêkanîn.”

Vegera Pêşmerge ji bo Kerkûk û navçeyên Kurdistanî ji behs û xwastin, dibe bi awayî kirdarî. Piştî çendîn civînên hikûmeta Iraqê, biryar hat dayîn, bi beşdariya Pêşmerge 6 navendên hevahengiyê li sînorê navçeyên Kurdistanî bêne vekirin, hefteya borî yekem binkeya hevahengiyê li Diyale hat vekirin, îro jî duyem binke hevahengiyê li leşkergeha K1 li Kerkûkê tê vekirin û 8 efserên Lîwayên Yek û Du yên Wezareta Pêşmerge diçin Kerkûkê û bi fermî li wê navendê dewam dikin.

Berdevkê Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ji K24ê re got: “Ewê girêdayî ye bi Navendên Hevbeş ji efserên hikûmeta Iraqê û hêzên Pêşmerge pêk hatiye. Dê karên wan jî hevahengiya di navbera her du aliyan de be, da ku zanyariyên hewlagiriyê li ser terorîstên DAIŞ bi hev biguhêrin, ji ber vê yekê jî ez dibînim ku ev navend dê girîng bin û erkên wan ji bo wergirtina zanyariyan pêwîst in"

Biryar e piştî Diyale û Kerkûkê, di heyama hefteyekê de navendên hevahengiyê ya di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de, li Mexmûr û Neynewayê jî bêne vekirin. Piştre jî operasyonên hevbeş û pakirina wan cihên ku tevgera DAIŞê li heye dest pê bikin.

Berdevkê Operasyonên Hevbeş Tehsîn Xefacî ji K24ê re got: “Ew efserên ku nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yan Iraqê dikin, dê bibin beşek ji pevguhartina zanyariyên pir girîng, da ku em karibin kiryarên DAIŞ'ê asteng bikin, ji ber vê yekê ez dibînim ku em bi kar û hevahengiya hevbeş a bi Pêşmergeyan re bi ser ketin. Herwiha em plan dikin ku DAIŞ'ê bi hev re ji herêmê derbixin û pêşî li qaçaxçitiyê û têkdana dahata welatê xwe bigirin.”

Di bin çavdêriya Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê de û bi fermana Hewlêr û Bexdayê, navendên hevahengiyê yên Pêşmerge û hêzên Iraqê, ji bo serkutkirina kiriyarên DAIŞ û dagirtina valahiya ewlehiyê ya di navbera bereyên Pêşmerge û hêzên Iraqê de heye, zanyariyan didin hevdu. Piştî çar salan ji bûyerên 16'ê Cotmehê, avakirina van navendan weke xala yekemîn a asayîkirina rewşa Kerkûkê tê dîtin.