Rêveberiya Xweser: Hilbijartinên Serokatiya Sûriyê şano ye

Roja 26ê Gulanê hilbijêrên Serokatiya Sûriyê bi rê ve diçin
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) – Li Sûriyê hilbijartinên Serokatiya Sûriyê berdewam in, Rêvebiriya Xweser dibêje ku ev hilbijartin Şano ye, û siyasetmedarê nêzî rêjîmê didin zanîn ku hîn jî kesek tune ku şûna Beşar Esed bigire.

Roja 26ê Gulanê hilbijêrên Serokatiya Sûriyê bi rê ve diçin. Li bajar û navçeyên ku di bin kontrola rêjîma Sûriyê de ne, konên propagandeya ji bo hilbijartinên Serokatiya Sûriyê hatine vegirtin û alîgirên rêjîmê amadekariyên dengdanê dikin. Ji aliyê din ve, Partiyên Rêveberiya Xweser dibînin ku ev hilbijartin şanoyek e, ji bo dirêjkirina krîza Sûriyê ye.

Sekretêrê Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê Mihemed Şêxî di wê derbarê de ji K24ê re got: “Roj bi roj em dibînin ku rêjîm bi hizra berê danûstandinê bi krîzê re dike, rêjîm bi van hilbijartinan hîn di wê baweriyê de ku dikare li ser desthilata Sûriyê bimîne. Em wek Partiya Kedkarên Kurdistanê, em li dijî van hilbijartinan e. Em dibînin ku ew hilbijartin, rengek ji rengên kûrkirina krîzê ye. Ti hêviyên me tune ne ku rêjîma bigihe asta vê krîzê û çareser bike.”

Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî heta niha ti daxuyanî derbarê hilbijartinên Serokatiya Sûriyê de nedaye. Siyasetmedarên nêzîkî rêjîmê jî dibêjin, ewên dengê xwe bidin û heta niha ti kesek ku şûna Beşar Esed bigire tune ye.

Siyasetmedar Ezîz Omer dibêje: “Welatên rojava, Amerîka, Îsraîl, Erdogan, DAIŞ û Îxwan El-Muslimîn û hêza gendeliyê şer dikin ku Beşar Esed rakin. Em jî wek bersiv li ser vê hêzê ew e ku em dengê xwe bidin. Ev nayê wê wateyê ku em bi kêmaniyan re ne, lê em ê xebata xwe ji bo demokrasiyê, dadweriyê, wekheviyê û li dijî nijadperestiyê berdewam bikin. Di heman demê de jî emê hewl bikin ku em hemû hêzên welatparêz kom bikin, da ku mafên netewî ji neteweyên Sûriyê re bi cih bînin û bi taybet ji kurdan re.”

Ligel ku bi milyonan welatiyên Sûriyê koçber û penaber bûne û bi sedhezaran welatî hatine kuştin û birîndarkirin, hilbijartinên Serokatiya Sûriyê bi rê ve diçin. Li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de jî, propagenda û danîna sindoqên hilbijartinê hatine qedexekirin. Ligel ku 2 kesên din xwe ji bo van hilbijartinan namzet kirine jî, lê welatî dibêjin ku ev şano ye û careke din Beşar Esed dê bi ser bikeve.