Berî hilbijartinan, Rêveberiya Xweser deriyên bi rêjîma Sûriyê re digire

Berî 2 rojan ji hilbijartinên Serokatiya Sûriyê, Rêveberiya Xweser hemû deriyên xwe yên bi navçeyên rêjîma Sûriyê re digire.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berî 2 rojan ji hilbijartinên Serokatiya Sûriyê, Rêveberiya Xweser hemû deriyên xwe yên bi navçeyên rêjîma Sûriyê re girtin.

Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, ew hemû deriyên xwe yên bi bi navçeyên hikûmeta Sûriyê re ji îro demjimêr 19:00 ve û heta biryareke din digire.

Ev biryara Rêveberiya Xweser di demekê de ye, piştî du rojên din (26ê Gulanê) hilbijartinên rêjîma Sûriyê bi rê ve diçin, Rêveberiya Xweser jî danîna sindoqên dengdanê li navçeyên xwe qedexe kiriye.