Îran: Em pêtandina uranyumê bi rêjeya ji sedî 60 didomînin

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Elî Ekber Salihî diyar kir ku welatê wî pêtandina uranyumê bi rêjeya %60 didomîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Elî Ekber Salihî diyar kir ku welatê wî pêtandina uranyumê bi rêjeya %60 didomîne.

Elî Ekber Salihî destnîşan kir ku niha tibaba berhemhatî ya uranyuma Îranê bi rêjeya %60 gihiştiye 2 kîlograman, herwiha tibaba berhemhatî ya uranyumê bi rêjeya %20 jî gihiştiye 90 kîlograman.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê dibêje; li ser bingeha biryara rayedarên welatê wî, ew çalakiyên atomî yên Îranê heta mehekê tomar dikin, da ku derfetek bidin danûstandinên Viyenayê.

Nûnerê Îranê yê li Ajansa Atomî ya Cîhanî Kazim Xerîb Abadî jî îro diyar kir ku Tehranê ji ajansa navborî re ragihandiye, ku biryar dane rêkeftina çavdêrîkirina atomî heta mehekê dirêj bikin.