Baregeheke Amerîkî li rojavayê Iraqê bi mûşekan hat armanckirin

Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Wayne Marotto ragihand ku îro binkeya serbazî ya esmanî ya Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê hatiye armanckirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Wayne Marotto ragihand ku îro binkeya serbazî ya esmanî ya Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê ya li rojavayê Iraqê bi mûşekan hatiye armanckirin.

Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku lêkolîna li ser bûyerê berdewam e û got: “Hemû ew êrîşên bi ser saziyên hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berjewendiyên Hevpeymanan de têne kirin, desthilata saziyên Iraqî û serweriya niştimanî ya Iraqê lawaz dikin.”

Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê ragihandiye ku baregeha Eyn Esed a li rojavayê Enbarê bi  mûşekên katyûşa hatiye armanckirin.

Ligor wê çavkaniya ewlehiyê katyûşek li nava baregeha Eyn Esedê û 2 mûşekên katyûşayî jî li derdora wê ketine û zanyariyên derbarê zirara wê êrîşê de tune ye.

Baregeha Eyn Esed a Amerîkayê ya li Iraqê, çendîn car e rûbirûyî êrîşên mûşekî dibe.