Partiya Pêşerojê: Divê kesên navê wan di îdiayên Sedat Peker de derbas dibin, îstîfa bikin

Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Partiya Pêşerojê Aydin Altaç bi civîneke çapemeniyê derbarê îdiayên Sedat Peker de bang kir ku kesên navê wan wek tawanbar derbas dibin divê dest ji kar berdin.
Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Partiya Pêşerojê Aydin Altaç
Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Partiya Pêşerojê Aydin Altaç

Diyarbekir (K24) - Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Partiya Pêşerojê Aydin Altaç bi civîneke çapemeniyê derbarê îdiayên Sedat Peker de bang kir ku kesên navê  wan wek tawanbar derbas dibin divê dest ji kar berdin û her wiha amaje kir ku her dem li Tirkiyeyê bo rêgirtine ber çareseriya pirsa Kurd hêzên tarî hatine bikaranîn.

Îdiayên Sedat Peker ket rojeva Partiya Pêşerojê de jî. Derbarê îdiayan de Serokê Şaxa Diyarbekirê Yê Partiya Pêşerojê Aydin Altaç daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de Altaç banga siyaset û rêveberiya paqij kir û her wiha amaje kir ku kesên navê wan di nava îdiayan de wek tawanbar derbas dibe divê dest ji karên xwe berdin û heke dest ji kar bernedin jî divê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan postê wan ji wan bistîne.

Serokê Şaxa Diyarbekirê Yê Partiya Pêşerojê bang kir ku divê di parlementoyê de komîsyonek lêkolîne were avakirin.

Aydin Altaç bal kişand ku bi salane hêzên tarî ji bo ku pirsa Kurd çareser nebe hatine bikaranîn û ev yek di îdiayan de jî tê dfîtin.

Herwiha Altaç bal kişand ku kesên di îdiayan de navê wan wek tawanbar derbas dibe di heman demê de ew kes in ku xefk li ber Ahmet Davutoglu vedane û bûne sedema jidestdana serokwezîrtiya wî.

Di civîna çapemeniyê de Aydin Altaç amaje kir ku êdî hilbijartina pêşwext wek pêdiviyekê lê hatiye û ew bo tifaqa hilbijartinan li ser prensîb û guftugoyan amade ne her partiyek re jî rûnin.