Li Bexdayê xwepêşandana dest pê kir

Bi beşdarbûna hejmareke mezin ji çalakvan û welatiyên çend parêzgehên başûrê Iraqê, xwepêşandanên mezin li Bexdayê bi rê ve diçin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdarbûna hejmareke mezin ji çalakvan û welatiyên çend parêzgehên başûrê Iraqê, xwepêşandanên mezin li Bexdayê bi rê ve diçin.

Peyamnêrê K24ê got: “Hejmareke mezin ji ciwanên parêzgehên başûr ji kerbela, Necef, Babil û parêzgehên din beşdarî xwepêşandanên Bexdayê bûne.

Xwepêşanderan silogana (kê ez kuştime) rakirine û pirsa dikin çima kujerên xwepêşanderan nehatine sizadan.

Serokê Tevgera Hikma Emmar Hekîm û Nûnerê Tevgera Sedr li Besrayê Hazim Erecî daxwaz kirin ku jiyana xwepêşanderan were parastin, lê Serokê Ewlehiya Hizbullaha Iraqê Ebû Elî El-Eskerî xwepêşandana îro wekî hewldana Mistefa Kadhimî ya derengxistina hilbijartinê û domandina desthilata xwe bi nav kir.