Baroya Diyarbekirê daxwaza ronîkirina bûyerên kuştinê yên salên 90î dike

Serokatiya Baroya Diyarbekirê serî li Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê da û daxwaza eşkerekirina berpirsên kesên ku di bûyerên 1990an de hatine kuştin û windakirin dike.
Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren
Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren

Diyarbekir (K24) - Serokatiya Baroya Diyarbekirê serî li Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê da û daxwaza eşkerekirina berpirsên kesên ku di bûyerên 1990an de hatine kuştin û windakirin dike. Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren got; daxuyaniyên Sedat Peker delîlên nû ne û divê lêpirsîn ji nû ve werin destpêkirin. Malbatên qurbaniyan jî dixwazin berpirsên kuştina zarokên wan werin eşkerekirin, darizandin û cezakirin.

Baroya Diyarbekir, li ser gotinên serkêşê rêxistina neyasayî Sedat Peker yên li ser torên civakî, bi daxwaznameya îxbarê serî li Serdzogeriya Komarî ya Diyarbekirê da. Di daxwaznameyê de Baroya Diyarbekirê radigihîne ku, di vîdeoyên Sedat Peker de delîlên nû derketine holê û ji serdozgeriyê dixwaze ji bo zelalkirina bûyerên 1990an yên kuştin û windakirina welatiyên divê dest bi lêpirsînê were kirin û berpirsên kuştina welatiyan werin eşkerekirin û darizandin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren got; kuştin û wendakirina welatiyan sûcên li hemberî mirovahiyê ne û ev doz demborî nabin divê serdozger lêpirsînê bike.

Nahît Eren ji K24ê re diyar kir: “Pêwîst nake malbat ji bo bûyerên derbarê kuştinê de ne serlêdanê bike. Divê dozger ji ber  xwe lêpirsînê bide destpêkirin. Ew (Sedat Peker) di daxuyaniya xwe de behsa Lijneya Ewlehiya Neteweyî dike. Liv ê lijneyê derbarê Tirkiyeyê de biryarên girîng tên dayîn.  Ew jî (Sedat Peker) dibêje ev biryar li wir hatine dayîn. Wê demê kî berpirsiyar e, kî erkdar e divê dozgerî wan jî bixwaze û bişopîne, çi biryar hatine girtine, ew rêxistineke çawa bû? Divê ev mijar hemû werin zelalkirin.”

Di daxwaznameyê de Baroya Diyarbekirê bûyerên di 30 salên dawî de hatine kirin destnîşan dike û radigihîne ku an berpirsiyarên kuştin û wendakirina welatiyan nehatine destnîşankirin an jî yên hatine destnîşankirin nehatine cezakirin. Bi hezaran mexdûrên ku nêzî 30 salan in li pey ronîkirina bûyerên zarokên xwe ne jî dixwazin vê carê baweriyê bi hiqûqê bînin û berpirsên kuştina zarokên wan werin darizandin. Ji mala Îfet Mutaş, 7 kes bûne qurbanî, hê jî hin edamên malbatê bêserûşûn in. Îfet Mutaş dibêje; serbazan pehîn li zikê babê wê xistin û dûv re wefat kir, dayîka wê ji qehra zarokên xwe wefat kir, keça wê û biraziyê wê di nav rêzên PKKê de canê xwe ji dest da, birayekê wê tê kuştin û birayekê wê hê jî bêseroşûn e û zarokeke wan jî bi vaksînekê canê xwe ji dest da.

Xizma qurbaniyan Îfet Mutaş ji K24ê re diyar kir: “Wile êşa dilê me pir giran e. Wile keyf, xweşî, şahî hemû ji bo me qediyan e. Em li ser derdê xwe mijûl in. Dema em serê xwe deynin ser balîfê xwe jî  ev derd her tim di dilê me de ye. Mazlûm, Mihemed, Egîd, Hemdiya, lawikê min, babê min û diya min. Ev her heft hemû jî bi vê kul û janê çûne û em jî buna nîvmirov. Dîsa jî em dibêjin aşitî, aşitî, aşitî. Bila ciwanên me nemirin. Bes e, mad ê heta kengê ev berdewam be.”

Li gorî raporên sazî û rêxistinên parastina mafên mirovan, di salên 1990an de karsaz, rewşenbîr û zarok û welatiyên sivîl jî di nav de 17 hezar û 500 kurd hatine kuştin û wendakirin. Ji bo ku berpirsên kuştin û wendakirina qurbaniyan werin destnîşankirin her roja şemiyê malbatên qurbaniyan çalakiyan li dar dixin. Baroya Diyarbekirê ji serdozeriyê dixwaze ku, li gorî beyanatên Sedat Peker lêpirsîn dest pê bike, Wezîrê Karên Navxwe yê berê Mehmet Agar û fermandarê berê Korkut Eken û kesên bi bûyeran ve pêwendîdar wekî gumanbar îfadeya wan were girtin. Her wiha biryarên Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya 1996an were bidestxistin û berpirs bên darizandin û cezakirin.