Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê ji bo azadiyê xwîn û qurbanî dane

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê Ole Diehl kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî roja Çarşemê 26.05.2021 pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê Ole Diehl kir.

Li gor malpara Serok Barzanî: “Di hevdîtinê de Balyozê Almanya li Iraqê ku bi helkefta dawî hatina erkên wî yên wekî Balyoz li Iraqê serdana Serok Barzanî kiribû, pêgirîbûna welatê xwe li berdewamiya dostayetî û palpiştîkirina Herêma Kurdistanê dûpat kir û tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ji bo Almanya girîngiyeke xwe ya taybetî heye. Eve jî xisterû ku Herêma Kurdistanê ew beşa mînakî ya Iraqe ku herdem wekî penagehek ji bo lêqewimiyên beşên dinên Iraqê bûye.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Almanyayê kir ku li rojên teng da û di dema şerê DAIŞê da yarmetîderê gelê Kurdistanê û Pêşmerge bûne û tekez jî li ser bihêzkirina peywendî û dostayetiya di navbera Herêma Kurdistan û Almanyayê kir.

Di beşeke din a vê civînê de Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo kar û çalakiyên konsolxane û şandên dîplomasî û her wiha çalakiyên medenî dûpatkir û ragihand, gelê Kurdistanê bi navê gihîştina bi azadiyê xwîn û qurbanî dane.

Peywendiyên Hewlêr û Bexda û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijareke dinê vê civînê bû û Balyozê Almanya daxwaza welatê xwe nîşan da ku li çarçêweya rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrupa li proseya hilbijartinan da yarmetîderê Iraqiyan bin.

Hêjayî gotinê ye li vê civînê de Konsolê Giştî yê Almanya li bajarê Hewlêrê Klemens Semtner jî amade bû.”