Nêrîna HDP û AK Partiyê li ser dozên kuştin û windakirina welatiyan

Dadgeha 1emîn ya Cezayê Giran a Enqere, derbarê doza 18 kesên ku di bûyerên salên 90î de hatibûn kuştin de biryara azadkirina 19 gumanbaran betal kir.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Dadgeha 1emîn ya Cezayê Giran a Enqere, derbarê doza 18 kesên ku di bûyerên salên 90î de hatibûn kuştin de biryara azadkirina 19 gumanbaran betal kir. Wezîrê Karê Naxwe yê Tirkiyeyê yê berê Mehmet Agar û rêveberê berê yê îstîxbaratê Korkut Eken jî di nava van 19 kesan de cih digirin. Rêveberên AK Partî û HDPê yên Diyarbekirê gotin ku, di salên 90an de bi hezaran kes hatin kuştin û windakirin û ew dixwazin dadgeh biryarên di cih de bidin û hemû bûyer werin zelalkirin.

Dadgeha 1emîn ya Cezayê Giran a Enqere, derbarê doza 18 kesên ku di bûyerên salên 90an de hatibûn kuştin de biryar azadkirina 19 gumanbaran betal kir. Di vê dozê de, Wezîrê karê naxwe yê Tirkiyeyê yê berê Mehmet Agar û rêveberê berê yê îstîxbaratê Korkut Eken, Serokê Daîreya Tevgera Taybet Îbrahîm Şahîn, Mehmud Yildirim ê endamê  Jîtemê yê weke “Yeşîl” tê naskirin û hejmareke hêzên asayîşê tên darizandin.

Serokê Şaxa AK Partiyê ya Diyarbekirê Mihemed Şerîf Aydin got; ew di wê baweriyê de ne ku dê dadgeh li ser bûyerên kuştin û windakirinê biryarên di cih de bidin û divê baweriya welatiyan ya bi hiqûqê zirarê nebîne.

Mihemed Şerîf Aydin ji K24ê re diyar kir: “Bi taybetî di salên 1990î de mirov dihatin kuştin û windakirin, AK Partî li hemberî van bûyeran têkoşiya. Em di wê baweriyê de ne dê ev bûyer ji aliyê dadgehan ve werin lêkolînkirin û biryarên di cih de dê werin dayîn. Ji bo ku bûyerên kuştin û windakirinê werin eşkerekirin AK Partiyê di parlementoyê de jî gelek xebat kirine. Encam çi dibe bila bibe, em girîngiyê didin lêpirsîneke rêkûpêk.”

Dadgehê, di 5ê Nîsana 2021an de biryara azadkirina 19 gumanbaran betal kir. Vê biryarê, hêviyek da malbatên qurbaniyan û malbatan bang li dozgeran kirin ku dozan ji nû ve vekin û berprisên kuştin û windakirina zarokên wan werin cezakirin.

Hevserokê HDPê yê Rêxistina Diyarbekirê Zeyad Ceylan jî got; ew dê pêvajoya darizandinê bişopînin û divê kujer werin eşkerekirin û ev ji wan re nemîne.

Zeyad Ceylan ji K24ê re ragihand: “Divê teqez edalet were cîbicîkirin. Kesên ku sûc kirine divê cezayê wî sûcê xwe bikişînin. Pêşiyê Agar û hevalbendê wî yê ku dibêje me li hemberî kurdan hezar operasyon kirine. Di vir de rol dikeve ser milê dadger û dozgerên dirist da ku dozan vekin û yên ku ev qirêjî kirine ceza bikin. Da ku ti kes hêdî bi wêrekane li hemberî civakî sûcan neke divê ev bên darizandin.”

Rayedarên AK Partiyê dibêjin; ji roja damezrandina partiya wan heta îro ji bo cibicîkirina dadê xebitîne û dê li ser van xebat û hewlên xwe berdewam bin. Rayedarên HDPê dixwazin hemû aliyên civakê piştgiriya pêvajoya eşkerekirina bûyerên kuştin û windakirina welatiyan bikin da ku dawî li van bûyeran were. Niha tê çaverêkirin ku ne tenê ji bo 18 kesên kujerên wan nediyar lê ji bo eşkerekirina berpirsên kuştin û windakirina bi hezaran kesan pêvajoya dadgehkirinê ji nû ve destpê bike.