Lêkolînek li ser zimanê zikmakî hat ragihandin

Saziya Koçberî û Piştgiriyên Mirovî, li Diyarbekirê lêkolînekî li ser mafên zarokan ê zimanê zikmakî ku tên binpêkirin û bandorên wan bipêkirinan kiriye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Saziya Koçberî û Piştgiriyên Mirovî, li Diyarbekirê lêkolînekî li ser mafên zarokan ê zimanê zikmakî ku tên binpêkirin û bandorên wan bipêkirinan kiriye. Di raporê de tê amajekirin ku bandorên pirsgirêka zimanê zikmakî bê şênberkirin û li gor daxwazên zarokan pêşniyaran ragihandine.

Bi rapora Weqfa Koçberî û Piştgiriyên Mirovî li Diyarbekirê, encamên hevdîtin û lêkolînên bi 20 zarok, 40 malbat, rêvebirên saziyên sivîl, partiyên siyasî, perwerdekar û xwediyên dibîstanên taybet ku perwerdehiya zimanê zikmakî dane re hatine kirin, hat ragihandin. têde bal tê kişandin ku Tirkiyeyê şerh daniye ser 3 xalên Peymana Mafên Zarokan a Gerdûnî û ew jî dibe sedem ku pişaftina zarokan zêde bibe û zimanê xwe yê zikmakî nikaribin bikarbînin û pê bijîn.

Seroka Rêvebiriya Weqfa Koçberî û Piştgiriyên Mirovî Çîgdem Ertek ku hem wext hiqûqnas e, balê kişand ku li Tirkiyeyê ji ber Tirkiyeyê şerh daniye ser 3 xalên mafên gerdûnî yên zarokan, zarok ji mafên xwe yên zimanê zikmakî û pêve girêdayî mafên xwe yên zarokatî bêpar mezin dibin. Tên pişaftin, nikarin bi têra xwe xwe bigihînin navgînên ragihandinê û loma jî nikarin xwe baş pêk bînin.

Çîgdem Ertek ji K24ê re diyar kir: “Me di 20’ê Cotmeha 2020’an de dest bi vê xebatê kir û me hem bi zarokan re, hem jî bi saziyên sivîl, partiyên siyasî, malbatên zarokan, rêvebirên dibîstanan, perwerdekaran, hunermend û kesayetên pispor re hevdîtinan pêk anî. Me xwest ku  li ser mijara zimanê zikmakî û perwerdehiya zimanê zikmakî, rewşa niha û bandorên ku dike û dîsa bandorê ku dibîne bi vê lêkolînê daneyan peyda bikin û pêşniyarên çareseriyê bigihînin. Bi taybet daxwazên zarokan ji bo me girîng bûn û zarok dixwazin bi zimanê xwe perwerdehî bibinin, li ser medyayê zêdetir proje ji bo wan hebin û bi zimanê xwe xwe bipêş bixin.”

Di raporê de bal tê kişandin ku her çiqas Kurdî û zimanên din yên li Tirkiyeyê tên axaftin, li Tirkiyeyê piştî 2010’an perwerdehî hatibe pejirandin jî, bi taybet zarokên Kurd, ji mafên xwe yên perwedehî bê par mane.

Ji 20 zarokên ku beşdarî lêkolînê bûne, 9 ji wan hêj nizanin ku wek dersa bijarde bi Kurdî perwerdehî  tê dayîn, 7 ji wan ji bo perwerde bibinin serîledan kirine lê bi hêncetên cuda pol nehatine vekirin û tenê 2 ji wan karîne bi Kurdî perwerde bibinin.

Dîsa tê ragihandin ku pêvajoyên pêşketinên siyasî jî di perwerdehiya zimanê zikamkî ya zarokên Kurd de bandorên diyarker kiriye.  Di Lêkolînê de, diyar dibe ku serdema,  pêvajoya aştî û çareseriyê de herî zêde baldariya zarokên Kurd çûye ser fêrbûna zimanê Kurdî û piştî 2015’an jî her diçe kêm bûye.

Civaknas  û Nivîskarê lêkolîner Şêhmûs Sefer jî balê dikşîne ku Kurdî bi rêbaz û şêwazên berê heta vê serdemê hatiye, lê nivşên nû ji ber şert û mercan zêdetir tên pişaftin loma jî, divê mallbat bi hişyarî zarokên xwe fêr bikin, siyasemedar zîndekirina ziman bikin wek armancekî û li ser medyayê zêdetir xebat ji bo zarokan bên kirin.

Şêhmûs Sefer ji K24ê re diyar kir: “Pirsgirêka herî mezin helwesta dewleta Tirkiyê ye ku berpirsyariya xwe bicîh nayne. Divê çawa ku bacê ji gel distîne divê wisa jî di zimanê zikmakî de xizmeta perwerdehiyê jî bide. Bi taybet bo zarokên Kurdan  û bi Kurdî ku li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê behsa 30 milyon welatiyên Kurd tê kirin. Divê zarokên van welatiyan fêrî zimanê wan bike û danasîn û agahdarkirina wê perwerdehiyê jî bike. Lê heta ji wan tê  wê danasînê nakin û ser hewla sergirtina meseleyê didin. Heta ji bo kesên ku dersên Kurdî dibijêrin re dibin asteng. Loma jî ev pirsgirêkên û li ber me ne. Loma jî divê malbat, sazî û dezgehên Kurdan û syaseta Kurdan divê di vê meseleyê de jidilbin û ziman wek amûrekî bikar neynin, wek bingeha hebûn û nemanê bibinin.”

Hêjayî gotinê ye ku li Tirkiyeyê ji bo polên zimanê zikmakî vebin, divê kêmtirîn 10 kes li heman dibîstanê serîlêdan bikin, yên ku serîlêdan bikin divê kêmtirîn di pola 5 emîn de bin û pişt re jî divê mamoste hebe.