Baroyên Bakurê Kurdistanê banga lêpirsîna îdiayên Sedat Peker dikin

13 baroyên li Bakurê Kurdistanê bang û daxwaz dikin ku dozger, lêpirsînên hiqûqî ji bo îdiayên Sedat Peker bidin destpêkirin.
Baroya Diyarbekirê
Baroya Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - 13 baroyên li Bakurê Kurdistanê bang û daxwaz dikin ku dozger, lêpirsînên hiqûqî ji bo îdiayên Sedat Peker bidin destpêkirin û pêwistiya dewleteke hiqûqî pêk bînin.

Baroyên Diyarbekir, Wan, Mêrdîn, Riha, Semsûr, Agirî, Şirnex, Êlih, Çewlik, Colemêrg, Mûş, Sêrt û Dêrsîmê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser wê yekê ku Serokê rêxistina neyasayî Sedat Peker, di derheqê bûyerên mezin û girîng de, bi diyarkirin nav, navnîşan û demê agahiyan dide, lê di derheqê wan kêsen ku Karsazên Kurd yên wek Behçet Canturk, Savaş Buldan û rojnamevan Ugur Mumcu kuştine de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û divê daraz demildest pêwistiya hiqûqê bi cih bîne.

Di daxuyaniyê de, bal tê kişandin ku Sedat Peker îdia dike ku kuştina wan kesên bi piştgirî û agahiya Serokwezîrê berê yê navxweyî yê Tirkiyeyê Mehmet Agar, Serokwezîra wê serdemê Tansu Çiller hatine kuştin, lê di derheqê wan de lêpirsîn nayê destpêkirin û bang û daxwaz hat kirin ku daraz peywira xwe bi cih bîne û lêpirsînan bi awayekî cidî bide destpêkirin û bimeşîne.

Bi îdiayên Sedat Peker, Wezîrê navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu jî bi hin gendeliyan û bûyerên der hiqûqî hatibû tawanbar kirin. Lê rayedarên hikûmetê piştgirî dabûn Suleyman Soylu.