Partiya Pêşerojê bersiv da Suleyman Soylu

Berdevkê Partiya Pêşerojê Serkan Ozcan, bertekên tund nîşanî daxuyaniya Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu da.
Berdevkê Partiya Pêşerojê Serkan Ozcan
Berdevkê Partiya Pêşerojê Serkan Ozcan

Enqere (K24) - Berdevkê Partiya Pêşerojê Serkan Ozcan, bertekên tund nîşanî daxuyaniya Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu da û got, “Wezîr, bêbextî û tometên giran li serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu dike. Divê Soylu û berpirsên têkildar ji wezîfeyê bên dûrxistin.”

Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de, nîqaşên li ser îdiayên derbarê Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu de, ku ev demekî ye serkêşê rêxistina neyasayî Sedat Peker tîne ziman didomin.

Berdevkê Partiya Pêşerojê Serkan Ozcan, di civîna rojnamegeriyê ya partiya xwe de li ser mijarên di rojevê de axivî. Ozcan, bertekên tund nîşanî gotinên Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu yên derbarê Serokwezîrê berê û Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu de da.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, di bernameykê televîzyonî de îdia kiribû ku piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê, Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu plansazî dikir ku bi HDPê re destûrekê nû amade bike, rêberê PKKê Abdullah Ocalanê zindanî ji girtîgehê derxe û alîkarî bide PYD û YPGê ku li Rojavayê Kurdistanê dewletekê serbixwe damezrîne.

Ozcan li ser daxuyaniyên Soylu destnîşan kir ku, “Wezîr, bêbextî û tometên giran li serokwezîrê berê brêz Ahmet Davutoglu, li hikûmeta Ak Partiyê ya wê demê û li dewletê kir. Heta got, wê Ocalan ji hepse derxistana û wê li bakurê Sûriyê dewletekê PKKê ava bikirana. Yanê ji bo ku li ser postê xwe bimîne, bêbextî li her kesî kir.”

Berdevkê Partiya Pêşerojê Serkan Ozcan di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: “Ev demekî ye hemû Tirkiye daxuyanî û îdiayên Sedat Peker temaşe dike. Her wiha me bi hev ra daxuyanî û bersivên Wezîrê Navxweyî jî dîtin. Wekî ku me di destpêka van bûyeran de jî got, divê Wezîrê Navxweyî derhal ji wezîfeya xwe îstîfa bike. Her wiha divê li Meclîsa Mezin a Gel, ku eqlê hevpar û wîjdana milet e, komîsyonên lêpirsîn û lêkolînê bên avakirin û ew îdiayên sosret bên lêkolînkirin. Heta rastî derkevin holê jî, divê di serî de wezîrê navxweyî, hemû berpirsên ku navê wan derbas dibin ji wezîfeyê bên dûrxistin. Lê serokê dewletê radibe xwedî li wezîrê navxweyî derdikeve û bi zorê be jî dibêje, ‘wê daraz ya hewce bike.’ Lê tu tişt nayê kirin. Ka kîjan siyasetmedar ji serokê mafyayê 10 hezar dolar mûçe wergirtiye divê bê eşkerekirin. Li gorî me divê ‘Operasyona Destên Paqij’ û ‘Şoreşa Siyaseta Pak’ bê kirin. Her wiha divê em dest bidin hev û bi hev re li ser sindoqê dersa hewce bidin vê desthilatê.”