Nakokî dikeve navbera komên Heşda Şeibî

Ji ber desteserkirina Qasim Muslih, serkirdeyên Heşda Şeibî rûbirûyî hev dibin û tirsa hilweşînê dikeve nav wê desteyê.

Hewlêr (K24) – Ji ber desteserkirina Qasim Muslih, serkirdeyên Heşda Şeibî rûbirûyî hev dibin û tirsa hilweşînê dikeve nav wê desteyê.

Rojnameya Şerqul Ewset belav kiriye ku di civînekê de ku li mala Serokê Desteya Heşda Şeibî Hadî Amirî birêve çû, li ser desteserkirina Qasim Muslih, nimayîşa serbazî ya li Devera Kesk, herwiha helwestên karvedana desteserkirina wî serkirdeyê Heşda Şeibî, pirsgirêk ketiye navbera serkirdeyên Heşda Şeibî.

Çavkaniyê behsa wê yekê kiriye ku di civînê de beşek ji serkirdeyên Heşda Şeibî ragihandine: “Ew helwest binpêkirina serweriya dewleta Iraqê û yasayan e, dê bibe paşxaneke xirab li ser hilweşîna vê desteyê ku ji sala 2014an ve berfireh dibû.”

Herwiha çavkaniyekî ewlehiyê yê li Iraqê ji heman rojnameyê re gotiye: “Qasim Muslih ku di bin lêpirsîna desthilata dadweriyê de ye, navê çend kesên din eşkere kirine, ku di nav Heşda Şeibî de ne, destê wan di kuştin û revandina çalakvanên sivîl û xwepêşanderan de heye.”