Gundekî Mesîhî ji ber şerê Tirkiye û PKKê vala bû

Ji ber şer û aloziyên navbera PKK û artêşa Tirkiyê, Mesîhiyên gundê Çelkê yê li sînorê bajarokê Kanî Masî aware bûne.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Ji ber şer û aloziyên navbera PKK û artêşa Tirkiyê, Mesîhiyên gundê Çelkê yê li sînorê bajarokê Kanî Masî aware bûne û ji ber berdewambûna şer, nikarin serdana gundê xwe bikin û di rewşeke nelibar de ne.

Nêzîkî mehekê ye xelkê gundê Çelkê yê Mesîhiyan yê li sînorê Kanî Masî ji ber şerê PKK û Tirkiyê gundê xwe vala kirine. Piraniya wan li komelgeha Bêrsivê ya li sînorê nahiya Derkarê yê ser bi navçeya Zaxo niştecî bûne, weke ew bi xwe dibêjin, jiyaneke zehmet dijîn.

Jineke xelkê gundê Çelkê, ku niha aware bûye, ji K24ê re diyar kir; ew ji ber xem û tirsa awarebûnê nexweş ketiye û daxwaz dike ku bila PKK û Tirkiye biçin ser axa xwe şerê xwe bikin û dibêje: “Kurên me jî Pêşmerge ne û şer kirine, lê neçûne nav axa Tirkiyê, berevaniya axa xwe kirine. PKK hatiye ser çiyayên sînorê me û Tirkiye jî topbaran dike, di nav wan de zirar digihîje me.” 

Welatiyekî din ê nişteciyê gundê Çelkê dibêje; rez û baxên wan hemû hişk bûne, ji ber şerê PKK û Tirkiyê dest ji rez û baxên xwe berdane û nikarin biçin avê bidin. Herwiha diyar dike ku beşeke ji pûş û pawanên devera wan hatine şewitandin.”

Rêveberê Nahiya Derkar Edîp Cefer ji K24ê re ragihand: “Dema xelkê gundê Çelkê awareyî devera me bûn, di rewşeke xirab de bûn, me li gor şiyana xwe alîkariya wan kir.”