Wezareta Pêşmerge: 2 Pêşmergeyan canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge canjidestdana 2 Pêşmergeyan û birîndarbûna Pêşmergeyekî din di bûyereke çûnhatinê de ragihand.
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, 2 Pêşmergeyên qehreman Mihemed Mîrazîz Mihemed û Şakir Fazil Hesen ku ji Fewca 1 a Lîwaya 4 ya Peyade ne, di bûyereke çûnûhatinê de canê xwe ji dest dan û Pêşmerge Hakar Cafer Osman jê birîndar bû.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat, “Vê karesatê ji dil ve em dilgiran û xembar kirin. Pirse û serxweşiyên xwe li malbat, dost û hevsengerên wan dikin û em daxwazê dikin, ku cihê wan bihuşt be, sebrê bide her aliyekî û em hêvîya başbûna zû jî ji birîndarê vê bûyerê re dixwazin”