Tirkiye çiyayê Kure Jar bombebaran dike

Firokeyên Tirkiyê çiyayê Kure Jar li qezaya Amîdiyê bombebaran kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê berdewam in û îro Firokeyên Tirkiyê çiyayê Kure Jar li hindavê Şêladizê bombebaran kir.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, firokeyên Tirkiyê bi hinceta hebûna baregehên PKKê çiyayê Kure Jar li hindavê Şêladizê li sînorê Amêdiyê bombebaran kir.

Destnîşan kir jî, heta niha ziyanên wê bombebarankirinê neyin zanîn.

Artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê ji roja 23ê Nîsana borî ve dest bi operasyoneke berfireh li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê kiriye. Ji ber şer û aloziyên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de hejmarek gund vala bûne.

Roja 26ê vê mehê jî, ji ber topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundekî nahiya Derkarê li qezaya Zaxoyê, îro berbangê du bira birîndar bûbûn.