PDKÎ şehîdbûna du Pêşmergeyên xwe li Pîranşarê piştrast kir

Şeva borî li nêzîkî gundê Likbin yê bajarê Pîranşarê, pasdarên Îranê otomobîlek dabûn ber guleyan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand, ew kesên ku di êrişa şeva borî ya li Pîranşarê de canê xwe ji dest dabûn, Pêşmergeyên wan bûne.

Şeva borî li nêzîkî gundê Likbin yê bajarê Pîranşarê, pasdarên Îranê otomobîlek dabûn ber guleyan. Di wê êrişê de du kesan canê xwe ji dest dabûn û şofêr jî birîndar bibû û hatibû girtin.

Li ser wê yekê, fermandehiya hêza Pêşmerge ya PDKÎ ragihandiye, ew kesên ku di wê êrişê de canê xwe ji dest dane, Pêşmergeyên wan bûne.

PDKÎ daye zanîn jî, ew pêşmerge li ser rêya Mehabad-Pîranşarê rastî êrişa pasdarên Îranê hatine û şehîd bûne.

Navê yek ji wan pêşmergeyan Hadî Şêxe û navê yê din jî Eyûb Sultanî, her du jî xelkê bajarê Pîranşarê bûne.