Li Kerkûkê hejmarek mûşek hatin desteserkirin

Ew mûşek ji bo êrîşkirina li ser hêzên Pêşmerge hatibûn amadekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Dareman ê li Kerkûkê hejmarek mûşekên ji cureya “Grad” hatin desteserkirin ku ji bo êrîşkirina li ser sengerên Pêşmerge hatibûn amadekirin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, hejmarek mûşekên Grad di navbera gundê Dareman û Esar ên Kerkûkê hatin desteserkirin ku ji bo êrîşkirina li ser sengerên hêzên Pêşmerge hatibûn amadekirin.

Jêderekî berpirs li navçeyê ku nexwast navê wî were aşkerekirin ji K24ê re piştrast kir: “Ew mûşek bi arasteya sengerên Pêşmerge li sînorê Pirdê hatibûn danîn, lê berî werin avêtin, dest bi ser wan de hatin danîn.”

Ji aliyekî din ve, Rêveberê Nahiya Şiwan, Şiwan Sadeyî jî ew nûçe ji K24ê re piştrast kir.

Di wê derbarê de jî, Şaneya Ragihandina Ewlekariyê yê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, “Li gor zanyariyên hewalgiriyê, rûbirûbûna terorê û binkeya Polîsa Pirdê, 5 mûşekên dûravêj ên ji cureya Grad hatin desteserkirin. Ew mûşek li gundê Esar yê Pirdê li parêzgeha Kerkûkê hatibûn danîn û amadekirin.”

Mûşekên hatine desteserkirin
Mûşekên hatine desteserkirin
Mûşekên hatine desteserkirin