Îran: Pêwendiyên me yên ligel Erebistana Siûdî ber bi başbûnê ve diçin
Hewlêr (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand; gotûbêjên navbera Îran û Erebistana Siûdî baş in û rûniştinên girîng hatine kirin, lê li ser cih û cûreya civînê agahî nedan.
Seîd Xetîbzade diyar kir ku gotûbêjên navbera Îran û Erebistana Siûdî di keş û hewayeke gelek baş de birêve diçin û her du alî hêvî dikin ku bigihin rêkeftineke hevbeş.
Di sala 2016an de xwepêşanderan êrîş kiribûn ser balyozxane û ofîsên dîplomasî yên Erebistana Siûdî yên li Tehranê û piştre pêwendiyên her du welatan têk çûbûn.