Partiyên Sunnî yên Iraqê postê serokomariyê dixwazin

Çavkaniyekî siyasî ji kanala Rûsya El Yewm re ragihandiye ku hewlek ji aliyê partiyên Sunnî yên Iraqê ve li holê ye, ku di hilbijartinên bê de postê serokomariyê bixin destê xwe.

Hewlêr (K24) – Çavkaniyekî siyasî ji kanala Rûsya El Yewm re ragihandiye ku hewlek ji aliyê partiyên Sunnî yên Iraqê ve li holê ye, ku di hilbijartinên bê de postê serokomariyê bixin destê xwe.

Li gor kanala Rûsya El Yewm, çavkaniyê ji serkirdetiya partiyeke Sunnî, nexwestiye navê wî were eşkerekirin, diyar dike: “Li hember lihevkirina bi postê Serokatiya Parlamentoyê bo Kurdan, partiyên Sunnî dixwazin postê serokomariyê bi dest bixin.”

Çavkanî destnîşan kiriye ku Serokê niha yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî jî ji bo vê projeyê dixebite.”

Li gor rêkeftina navbera pêkhateyên Iraqê "Kurd, Sunnî û Şîe", piştî rûxana rejîma berê ya Iraqê ji sala 2003an ve, postê Serokomariyê para Kurdan, Serokwezîrî para Şîeyan û Serokatiya Parlamentoya Iraqê jî para Sunniyan e.