Pêşmerge û hevpeymanan êrîşî DAIŞê kir û 8 çekdar kuştin

Hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî li nêzîkî Xurmatûyê êrîşî DAIŞê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî bi operasyoneke hevbeş li nêzîkî Xurmatûyê, êrîşî DAIŞê kir û hejmarek çekdar kuştin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, Hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî bi operasyoneke hevbeş êrîşî şikeft û cihên DAIŞê li nêzîkî gundê Dawe yê ser bi Xurmatûyê ve kirin.

Di encama operasyonê de jî, 8 çekdar kuştin û 2 otomobîl û 2 motorsîkl şewitandin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, di operasyonê de, firoke û helîkopterên şer jî hatin bikaranîn.

Ev operasyon piştî wê tê, di dema borî de tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûye û çend caran jî êrîşî sengerên Pêşmerge kiribûn.