202 gundên Amêdiyê ji ber şerê PKK û Tirkiyê vala bûne

Welatiyên wê deverê daxwaza çareseriyê dikin û dibêjin, zêdetir ji 6 milyar Dînar ziyan gihîştiye wan.
kurdistan24.net

Amêdiyê (K24) – 202 gund li devera Amêdiyê ji ber şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de vala bûne. Welatiyên wê deverê daxwaza çareseriyê dikin û dibêjin, zêdetir ji 6 milyar Dînar ziyan gihîştiye wan. Parlamenterek jî daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike, rola xwe di vê pirsgirêkê de bibîne.

Ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyê ve, rojane gundên li devera Amêdiyê di bin metirsiyê de ne û ziyan jî bi awayekî berdewam li wan dibe. Welatiyên wê deverê dibin qurbaniyên wî şerî û j gundên xwe xala dikin û jê derketine.

Macid Yûsif welatiyekî wê deverê ye, daxwazê ji her du aliyên şer dike ku şerê xwe rawestînin, ji bo xelkê wê deverê vegere ser mal û milkên xwe û bi aramî bijî.

Ji koma 250 gundên devera Amêdiyê, 202 gund vala bûne û xelk nikare li cihê bav û bapîrên xwe bijîn û heta niha jî 34 welatiyê wê deverê di encama şer PKK û Tirkiyê de şehîd bûne û bi dehan jî kes birîndar bûne.

Qaymeqamê Qezaya Amêdiyê Îsmaîl Mustefa ji K24ê re ragihand, devera wan bûye qurbaniya her du aliyên şer û daxwaz kir ku divê di zûtirîn dem de ev pirsgirêk were çareserkirin.

Parlamentera Parlamentoya Kurdistanê Kilara Udîşo jî radigihîne, hemû pêkhateyên vê deverê bûne qurbanî û hin top li kenîseyan jî ketine. Hikûmeta Iraqê heta niha ti helwesteke zelal nîşan nedaye ji bo çareseriyek ji vê pirsgirêkê re were dîtin. 

Ziyanên sektora geştiyarî û çandiniyê gelek zêde bûne û xwediyên pez jî nizanin ber bi ku ve biçin. Ji ber şerê PKK û Tirkiyê jî, bi qasî 6 milliyar Dînar ziyan gihîştiye wê deverê.