Erdogan gefê dixwe: Mexmûr û wek Qendîlê girîng e

Serokomarê Tirkiyê careke din gefa êrişekê li ser Mexmûrê xwar.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê careke din gefa êrişekê li ser Mexmûrê xwar û ragihand, ji wan re Mexmûr wek çawa Qendîl girîng e.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan beşdarî bernameyeke kenala TRT re bû û ragihand, “Herî kêm bi qasî Qendîlê em girîngiyê didin Mexmûrê” û wiha pê de çû “Eger em êrîşî wan nekirin, PKK dê li wir berfireh bibe.”

Herwiha got: “Eger NY destwerdanê di Mexmûrê de neke û paqij neke, Tirkiye wek endama NYê dê bi xwe wî karî bike.”

Derbarê YPGê de jî got: “Hin çavkaniyên wan ên petrolê hene û petrolê difiroşin. Hikûmeta Amerîkayê jî ji budçeya xwe pere ji bo şervanên YPG'ê veqetandiye.”

Di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em dipirsin gelo Amerîka dê hevpeymana me hilbijêre yan jî hevpeymana YPG'ê, mixabin Amerîka ew hilbijart û di serdema Joe Biden de jî dê piştgiriya komên terorîst berdewam be.”