Şanda Kurdistanê bi Tevgera Sedir re civiya

Şanda Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro çarşemê 2yê Hezîrana 2021ê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serdana Desteya Siyasî ya Tevgera Sedir kir.
Civîna Şanda Herêma Kurdistanê û Desteya Siyasî ya Tevgera Sedir
Civîna Şanda Herêma Kurdistanê û Desteya Siyasî ya Tevgera Sedir

Bexda (K24) – Şanda Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro çarşemê 2yê Hezîrana 2021ê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serdana Desteya Siyasî ya Tevgera Sedir kir û ji aliyê serkirdeyên bilind ên tevgerê ve hat pêşwazîkirin.

Di civîbê de li ser pêwendiyên dualî gotûbêj hatin kirin û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî spasî kir ku di dema pesendkirina budceya sala 2021ê ya federalî de alîkar bûn, da ku ligel aliyên siyasî û li Parlamentoya Iraqê li ser yasaya budceyê rêkeftin were kirin.

Qubad Talebanî diyar kir: “Kêşeya Bexday kêşeya me ye jî û bêguman kêşeya Herêma Kurdistanê jî kêşeya Iraqê ye, loma divê em hewl bidin kêşeyan li Iraq û Herêma Kurdıstanê bi hev re çareser bikin.”

Li ser vê mijarê, Nesar Rubeyî spasiya hewldanên Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şanda bilind a Herêma Kurdistanê kir ji ber nêzîkbûna nêrînên aliyan ên derbarê çareserkirina kêşeyên rawestandî de, bi taybetî jî mijara budceyê.

Herwiha ragihand ku pesendkirina budceyê bi vê şêwazê, ji bo çareserkirina kêşeyên din jî zemînekê amade dike.

Hêviya xwe jî anî ziman ku her dem di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de nêzîkbûn hebe, ji bo çareserkirina kêşeyan bi awayekî giştî.