Bandora şerê Tirkiye û PKKê li ser xelkê deverên sînorî

Xelkê gundên deverên sînorî yên nahiya Kanî Masê daxwaz dikin ku şer û alozî ji deverên wan werin dûrxistin.
kurdistan24.net

Duhok (K24) – Xelkê gundên deverên sînorî yên nahiya Kanî Masê, ku deverên wan ketiye ber şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyê, daxwaz dikin ku şer û aloziyan ji deverên wan dûr bixin. Rêveberê Nahiya Kanî Masê jî diyar dike ku ji bo rawestandina pêşveçûnên artêşa Tirkiyê, endamên PKKê teqemenî li ser rêya welatiyan datînin.

Şerê PKK û artêşa Tirkiyê zêdetirî 40 roj e bênavber li sînorê nahiya Kanî Masê berdewam e, ji ber vî şerî jî gelek zirar gihiştiye xelkê gundên li wan deveran. Şêniyên gund ji PKKê daxwaz dikin ku ji deverên wan dûr bikevin, da ku bombebarana ser cih û warên wan a ji aliyê Tirkiyê ve bi dawî bibe.

Yeqûb Hesen ku nişteciyekî gundê Kêste ye, dibêje; ji ber vî şerî gelek zirar gihiştiye wan û rez û bax û pawanên wan di bombebaranan de şewitîne, gundê xwe vala kirine û aware bûne.

Mixtarê gundê Çelka Mesîhiya Yuxena Xoşaba bi rêya K24ê ji artêşa Tirkiyê û PKKê daxwaz dike ku şerê xwe ji deverên wan dûr bixin, da ku bikarin biçin ser rez û baxên xwe, çimkî ji ber şerê navbera wan, nikarin karên xwe yên rojane bi cih bînin.

Her ku diçe artêşa Tirkiyê êrîş û bombebaranên xwe yên ser wan deveran tundtir dike, ev ji bilî ku bûye sedema valabûna gundên wan deveran, bi hezaran donim erd û zeviyên çandiniyê jî şewitîne.

Rêveberê Nahiya Kanî Masê Serbest Akrêyî destnîşan dike; tenê ji ber şerê van demên dawî, 7 gund hatine valakirin û zêdetirî 5 hezar donim erd û zevî çewitîne, ev jî bûye sedema nîgeraniya şêniyên gundên deverê.

Serbest Akrêyî eşkere kir: “Di van demên dawî de çekdarên PKKê teqemeniya TNT li ser rêyên hemwelatiyan datînin, her çiqas em nizanin ji bo kê ew teqemenî têne danîn jî, lê dawiya dawî hemû ev kiryar bi ziyana hemwelatiyan bi dawî dibe.

Hêjayî gotinê ye ku ji 72 gundên ser bi nahiya Kanî Masê, heta niha herî kêm 22 gund ji ber şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyê hatine valakirin, loma xelkê wan deveran ji PKKê daxwaz dikin ku ji deverên wan dûr bikevin, da ku ti hincetek ji bo dagirkirina axa Herêma Kurdistanê nedin destê artêşa Tirkiyê.