Serok Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Siûdiyê li Hewlêrê kir

Konsolê Giştî yê Siûdîye daxwaza welatê xwe yê ji bo berfirehkirina pêwendîyên bi Herêma Kurdistanê re di warê weberhênan, aborî û warên din de jî nîşan da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Konsolê Giştî yê Şaneşîna Erebistana Siûdiyê yê nû li Hewlêrê Mihemed Bin Silêman El-Esîrî kir.

Di hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Siûdîye yê nû li Hewlêrê pêzanîna ji bo geşbûna Herêma Kurdistanê hebû ku ku bi tevî hebûna gelek zehmetiyan, pêşketinên berçav li Herêma Kurdistanê rû dane. Herweha daxwaza welatê xwe ya ji bo berfirehkirina pêwendîyên bi Herêma Kurdistanê re di warê weberhênan, aborî û warên din de jî nîşan da.

Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî ronahî xiste ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û Şahnişîna Siûdiyê de û spasiya Siûdiyê kir ku alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye da ku giraniya barê penaberan sivik bike. Herwiha Serok Barzanî hêviya serkeftinê jî ji konsolê nû yê Siûdîye re di erk û karên wî de li Herêma Kurdistanê xwast.