DAIŞê berpirsyariya teqîna li Bexdayê girte ser xwe

Ajansa Amaq a ser bi DAIŞê belav kiriye ku mefrezeyeke DAIŞê teqîna li devera Kazimiye ya li bajarê Bexdayê encam daye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Amaq a ser bi DAIŞê belav kiriye ku mefrezeyeke DAIŞê teqîna li devera Kazimiye ya li bajarê Bexdayê encam daye.

Ajansê behsa wê yekê kiriye ku teqînê qerebalixeke welatiyên Şîe kiriye armanc, ku li ber mezargeheke wan li devera Kazimiye ya Bexdayê kom bûbûn.

Li gor zanyariyên ajansa DAIŞê, di encama teqînê de 3 kes hatine kuştin û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûne.

Ajansê behsa wê yekê jî kiriye ku hikûmeta Iraqê xwestiye behsa rastiya wê kiryarê neke û ragihandiye ku boriya gazê ya xwaringehê teqiyaye.

Şeva din Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê eşkere kiribû ku teqîna li devera Kazimiye ji ber butleke gaza xwaringehê bûye û di encama teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 14 kes jî birîndar bûne.