"Milîsên Iraqê bi çekên pêşketî êrîşî hêzên Amerîkî dikin"

Rojnameya New York Times di raporekete xwe de eşkere kiriye: “Niha komên milîs ên Şîe yên Iraqê ku nêzîkî Îranê ne, çekên pêşketî ketine destê wan, vê jî gefeke nû li ser hêzên Amerîkayê yên li Iraqê derxistiye holê.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Komên milîs ên Iraqê bi çekên pêşketî li dijî hêzên Amerîkayê êrîşan encam didin.

Rojnameya New York Times di raporekete xwe de eşkere kiriye: “Niha komên milîs ên Şîe yên Iraqê ku nêzîkî Îranê ne, çekên pêşketî ketine destê wan, vê jî gefeke nû li ser hêzên Amerîkayê yên li Iraqê derxistiye holê.”

Rojnameya Amerîkî destnîşan kiriye: “Di nava du mehên borî de çend xalên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî ji aliyê wan komên milîs be hatine armanckirinî ku çekên pêşketî tê de hatine bikaranîn, bi taybetî dronên pêşketî ku sîstema dijî mûşekan a Amerîkî ew nedîtine, vê yekê jî berpirsên Amerîkî nîgeran kiriye.”