Facebookê cezayê Trump eşkere kir

Kompaniya Facebookê ragihand; heta du salan hesabê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump hat sekinandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Facebookê ragihand; heta du salan hesabê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump hat sekinandin.

Facebookê eşkere kiriye ku Donald Trump tenê wê demê dikare vegere ser Facebookê ku weke gefek li ser asayîşa giştî nebe.

Hesabê Facebookê yê Donald Trump di 7ê Çileyê de ji ber handana alîgirên xwe ji bo xwepêşandanê li Washingtonê, hatibû rawestandin.

Donald Trump ragihand ku rawestandina hesabê wî heta du salan "sivikatî ye li dengderan ku di hilbijatinên serokatiyê yên sala 2020an de serokatî jê hatiye dizîn".

Trump got: “Biryara Facebookê sivikatîkirin e li wan 75 milyon kesên ku di hilbijartinan de dengê xwe dan min.”