Konsolxaneya Brîtanyayê êrîşa PKKê li ser Pêşmerge şermezar kir

Konsolxaneya Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê êrîşa çekdarên PKKê li ser karwaneke hêza Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsolxaneya Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê êrîşa çekdarên PKKê li ser karwaneke hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ku di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 7 Pêşmerge jî birîndar bûn şermezar kir.

Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton li twîttera xwe nivîsî: “Ez êrîşa PKKê ya li ser hêzên Pêşmerge şermezar dikim ku di vê êrîşê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn.”

Konsolê Brîtanyayê di twîtta xwe de jî sersaxî li kesûkarên Pêşmergeyên şehîd kir.

Îro danê sibê li çiyayê Metîna yê li devera Amêdiyê, çekdarên PKKê êrîşî karwaneke hêza Pêşmerge kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 7 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Piştre jî Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge bê bihane ye û daxwaz ji PKKê kir rêzê li serweriya xaka Kurdistanê bigire.