Daxuyaniyek ji Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil derbarê êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge de peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil derbarê êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge de peyamek belav kir û ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa PKKê bi tundî şermezar dike û êdî xelk û Herêma Kurdistanê rê nadin bibine qurbaniyên siyasetên wan ên çewt û rê nadin PKKê ku bibe hokara gihandinê ziyanên canî û madî bi herêma me.

Peyama Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Bi mixabiniyeke mezin, îro 5/6/2021 di encama danîna kemînekê ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li devera Amêdiyê de, pênc Pêşmerge şehîd bûn û çend Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa PKKê bi tundî şermezar dike û êdî xelk û Herêma Kurdistanê rê nadin bibine qurbaniyên siyasetên wan ên çewt û rê nadin PKKê ku bibin hokara gihandinê ziyanên canî û madî bi herêma me.

Di demekê de ku em êrîşa li ser hêza Pêşmerge bi êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê dizanin, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam e di parastina welatiyan û best bi bestê xaka Herêma Kurdistanê û erkê xwe dizane ku berevaniyê lê bike.

Pirse û sersaxiyên xwe arasteyî malbatên wan şehîdan dikin û ji Xwedêyê dilovan xwazyar in wan bi bihuştê şad bike û hêviya başbûnê jî ji birîndaran re dixwazin.