Parlamentoya Kurdistanê: Daxwaz ji PKK û Tirkiyê dikin şer û aloziyên xwe ji Herêma Kurdistanê dûr bixin

Parlamentoya Kurdistanê dilgiraniya xwe ji êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge li qezaya Amêdiyê ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Kurdistanê dilgiraniya xwe ji êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge li qezaya Amêdiyê ragihand û daxwaz ji PKK û Tirkiyê kir, şerê xwe ji sînorê Herêma Kurdistanê dûr bixin.

Daxuyaniya Parlamentoya Kurdistanê:

Bi navê Parlamentoya Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo şehîdbûna wan pênc Pêşmergeyên qehreman nîşan didin ku roja 5.6.2021 li devera Amêdiyê wek di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hatiye ku ji aliyê PKKê ve di kemînekê de hatine şehîdkirin. Tevî pirse û sersaxiya me ji malbat û kesûkarên wan ên serbilind re, em hêviya başbûna bilez ji Pêşmergeyên birîndar re dixwazin.

Parlamentoya Kurdistanê bijardeya şer bi her awayî red dike û xwazyar in şerê aliyên nakok ji sînorê Herêma Kurdistanê bê dûrxistin û divê hemû alî serweriya Herêma Kurdistanê biparêzin û bihane neyê dan bo şer û êrîş û hatina leşkerên welatan, bi awayekî ku bandorê li ser navçeyên Kurdistanê bike û ji ber wê jî mal û milkên welatiyên me û xwezaya navçeyê bikeve metirsiyê û rêgiriyê li avedankirin û aramiya gundan bike. Daxwazkar in ku PKK û Tirkiyê şer û aloziyên xwe ji Herêma Kurdistanê dûr bixin û bijardeya aştî û çareseriya siyasî bigirin ber xwe û rêzê li sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê û serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê bigirin.