Parêzgarê Duhokê êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi tundî şermezar dike

Elî Telar: Em daxwazê ji çekdarên PKK dikin biçin wan deverên ku bi meydana xwe dizanin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Duhokê Elî Teter di daxuyaniyekê de êrişa PKK ya li ser hêza Pêşmerge li sînorê qezaya Amêdiyê bi tundî şermezar kir û ji çekdarên PKK xwast ku ji xaka Herêma Kurdistanê derkevin û biçin meydana xebata xwe.

Parêzgarê Duhokê di daxuyaniya xwe de ragihand, “Êrîşa îro 5'ê Hezîrana 2021'ê ya PKK'ê li ser hêza Pêşmerge di erkê fermî de û li nava xaka Herêma Kurdistanê li sînorê parêzgeha Duhokê de, bi tundî şermezar dikin û em hevxemiya xwe ji malbatên şehîdan re radigihînin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.”

Elî Telar got jî: “Di heman demê de em daxwazê ji çekdarên PKK dikin, biçin wan deverên ku bi meydana xwe dizanin. Divê dawî li hemû êş û azarên xelkê Herêma Kurdistanê de were. Divê PKK nebibe egera wêrankirina Herêma Kurdistanê.”

Îro danê sibê hêzeke Pêşmerge dema di erkê xwe yê fermî de bû, li çiyayê Metîna li parêzgeha Dihokê kete kemîneke PKKê û di encam de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 kesên din jî birîndar bûn.