Wezareta Berevaniyê ya Iraqê: Êrîşa PKKê li ser Pêşmerge nayê qebûlkirin

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê êrîşa ya çekdarên PKKê li ser hêza Pêşmerge li çiyayê Metîn li qezaya Amêdiyê şermezar kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Iraqê êrîşa ya çekdarên PKKê li ser hêza Pêşmerge li çiyayê Metîn li qezaya Amêdiyê şermezar kir û ragihand, her êrîşekê li ser hêza Pêşmerge red dike.

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, “Em êrîşa terorist û tirsonek a li ser hêza Pêşmerge li çiyayê Metîna li parêzgeha Duhokê ya ji aliyê hêzeke ne Iraqî ve hatiye kirin şermezar dikin.”

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Iraqê de hat, “Em tekez dikin ku hêzên Pêşmerge, beşek ji hêzên me yên çekdar e û her êrîşekê li ser vê hêzê red dikin û nayê qebûlkirin.”

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê diyar kir, lêkolîn derbarê vê bûyerê de dest pê kiriye û her kesê destdirêjî li xwîna Iraqiyan û ewlehiya wan kiriye, dê bigihr cezaya xwe ya dadperwerane.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê sersaxî li malbatên her pênc Pêmergeyên şehîd kir û hêviya başbûna bilez ji birîndaran re xwast.

Herwiha tekez kir, “Hêzên çekdar ên Iraqê bi hemû yekîneyên wê ve di ber bichkirina serweriya niştimanî li ser tevahiya xaka Iraqê de berpirsyar e û ji mafê wê ye li rûbirûyî her binpêkirineke navxweyî yan derveyî bibe û her aliyê destdirêjiyê bike, dê cezaya xwe bibîne.”