Serok Barzanî pêwendiyeke telefonî ji Serokwezîrê Iraqê wergirt

Di pêwendiya telefonî de, Serokwezîrê Iraqê êrîşa îro ya çekdarên PKKê li ser hêza Pêşmerge şermezar kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îşev pêwendiyeke telefonî ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî wergirt.

Di pêwendiya telefonî de, Serokwezîrê Iraqê êrîşa îro ya çekdarên PKKê li ser hêza Pêşmerge şermezar kir û pirse û serxweşiya xwe gihand Serok Barzanî.

Her du alî li ser girîngiya berdewamiya hevahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de, ji bo parastina sînor, vegera aramiyê ji wan navçeyan re û rêgirtina li her destêwerdanekê hevnêrîn bûn.