Zana û siyasetmedatên Kurd behsa keda Beşîkcî dikin

Zana û siyasetmedatên Kurd ji bo xatirê civaknasê bi nav û deng û dostê miletê Kurd Îsmaîl Beşîkcî li Enqereyê bernameyekê taybet kirin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Dostê miletê Kurd civaknasê bi nav û deng Dr. Îsmaîl Beşîkcîyê ku li Enqereyê dijî, piştî koça dawî ya hevjîna xwe biryar da ku li bajarê Stenbolê bijî. Ji loma jî dost û hevalên Beşîkcî yên li Enqereyê ji bo wî bernameya oxirkirinê dirust kirin. Mamoste İsmail Beşikci bi rîya K24ê da zanîn ku, ew ji vê bernameyê gelekî kêfxweş bûye. Her wiha dost û hevalên Mamoste Beşîkcî yên wek, Alaaddin Aras, Talat İnanç, İbrahim Kûreken û Mele Mihemed Çetînkaya behsa Beşîkcî û xebatên wî yên ji bo doza Kurd û Kurdistanê kirin.

Ji bo xatirê civaknasê bi nav û deng û dostê miletê Kurd Îsmaîl Beşîkcî li Enqereyê bernameyekê taybet hat kirin. Bernameya oxirkirina Beşîkcî ji Enqereyê bo Stenbolê ji alîyê Cîgir Serokê PSKê Alaadîn Aras û dostên Beşîkcî ve hat sazkirin. Lewra piştî ku di 13ê Adarê da hevjîna Îsmaîl Beşîkcî, Leman Beşîkci wefat kir û şûnde Mamoste Beşîkcî li mala xwe ya li Enqereyê bi tenê mabû. Ji loma jî Mamoste û Weqfa Îsmaîl Beşîkcî biryar dan ku Beşîkcî li Stenbolê li nêzî weqfê di xanîyekê da bicih bibe. Mamoste Beşîkcîyê ku ji 50 sal e li Enqereyê dijî wê ji 7ê Hezîranê û şûnde êdî li bajarê Stenbolê bijî.

Mamoste İsmail Beşikci bi rîya K24ê da zanîn ku, ew ji vê bernameyê gelekî kêfxweş bûye û spasîya dostên xwe kir û got: “Bi rastî hestekê gelekî xweş e ku ez li vir im. Ji bo vê organîzasyonê ez spasîya hevalê me Elaeddin dikim. Ji bo ku, îro ez bi hevalan ra li vê derê me pir kêfxweş im. Vê derê cihekê gelekî xweş e, hewa û ava wê pir xweş e. Car din spasîya hemû hevalan dikim.”

Dost û hevalên Mamoste Beşîkcî yên Kurd yên wek sîyasetmedar, nivîskar û rewşenbîr; Alaaddin Aras, Talat İnanç, İbrahim Kûreken û Mele Mihemed Çetînkaya ku ji 40 salî zêdetir e li Enqereyê bihev ra ne ji vê biryara Mamoste xemgîn bin jî ji bo rihetîya Mamoste vê biryarê di cih da dibînin û hêvîya silametîyê jê ra dixwazin.

Sosyologê Tirk Dr. Îsmaîl Beşîkcîyê 82 salî, di sala 1939an da li navçeya Îskîlîpa Çorumê hate dinyayê. Mamoste Beşîkcîyê ku nêzî 69 sal e dostê gelê Kurd e û wek Xoceyê Zer tê naskirin, ji bo doza Kurd û Kurdistanê 8 caran hatîye girtin û 17 salan di girtîgehê de maye.