Polîtburoya PDKê: PKK herêmên xwe ji artêşa Tirkiyê re dihêle, ta xaka me bide dagîrkirin

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge de daxuyaniyek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Ewê PKK li Herêma Kurdistanê dike, cibicîkirina ecindeya derveyî ye û tenê di berjewendiyên neyarên gelê Kurdistanê de ye.”

Polîtburoya PDKê daxuyaniya xwe arasteyî cemawer, partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û tê de hat:

Careka din di çarçoveyê siyasetên xwe yên dijwar ên van sê dehsalên derbasbûyî de, dîsa çekdarên PKK bi fermana rasterast ya fermandarên gomanbar ên Qendîl destê xwe bi xwîna Pêşmergeyên Kurdistanê kirin û li çiyayê Metîn ê Herêma Kurdistanê êrişeke nişkavayî li hêzeke Pêşmerge kir û di encam de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 7 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Em bi ezmûna xwe ya dirêj li gel PKK û rêberên wan, baş ji mebestên PKKê têdigihin û me gelek caran bi aşkereyî ji wan re gotiye ku ewê çekdarên wan bi salan e Herêma Kurdistanê dikin, tenê di berjewendiya neyarên gelê Kurdistanê û ew aliyên ku xweşiyê ji gelê Kurdistanê re naxwazin de ne, di nava du hewlên jinavbirinê de, mixabin serokên PKKê Berûvajiyê hêviyên gelê Kurdistanê û îdîayên xwe ên îro, hesabê ji rewşa hestiyar a Herêma Kurdistanê û jiyana gelê wê re nakin, lê belê ew bûne cibicîkarê ecindeyên derveyî û behaneyeke xurt ji bo welatên herêmê di her dem û li her cihekî sînor û serweriya Herêma Kurdistanê derbas bikin û fişareke mezin ku ne dema wê ye bixin ser Herêma Kurdistanê, ligel ku ew baş dizanin ku her zordarîyek li dijî Herêma Kurdistanê bê kirin, dê ji bo hemû Kurdistanê û Kurd, dê karesateke mezin be.

Ji bilî şerê berdewam û kişandina artêşê derve ber bi Herêma Kurdistanê ve, serkirde û çekdarên PKKê ji roja ku reviyane û ketine nava axa Herêma Kurdistanê de, li şûna ku wek penaber û mêvan tev bigerin, ne weke mêvan, lê belê wek dagîrker serederiyê ligel gundî û cotkarên Kurdistanê re dikin, zarokên Kurdistanê direvînin û perwerdeyê pê dikin û wan dikin çekdar. Bi dirêjahiya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêmê, ji Xaneqînê û heta ŞIngalê PKK dost û hevalbenda wan hêz, kom û milîsên ku dijminatiya gelê Herêma Kurdistanê dikin û navenda Hewlêrê topbaran dikin e. Her bi alîkariya wan bûne astenga yekem û mezin ên li pêşiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê, ji nû ve avedankirina herêmê û vegerandina xelkê malwêran li ser ax û milkê xwe.

Piştî Raperîna Adara 1991an, gundiyên ku ji aliyê rejîma Beisê ve hatin veguhestin, bi coş û bi çavên li pêşerojeke geş vegeriyan gundên xwe, lê PKK'ê bû sedema dubare derbiderbûna gundiyên bi sedan gundên navçeyên sînorî. PKK di ber wê de jî ranewestiya ku bi neheqî bacê ji cotkarên Kurdistanê werdigire, belkû bi bername hewla têkdana statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê dide.

Di sala 2014an de dema ku DAIŞ êrîşî Kurdistanê kir, Pêşmerge li navçeyên sînorî li dijî DAIŞ'ê şer kir. PKK fersend dît û hêdî hêdî derbasî nava gundan bû. dema Pêşmerge bi ser DAIŞê ket û fişar û metirsiya DAIŞê heta asteke berçav ji Kurdistanê dûr xist, vegeriya cihê xwe li navçeyên sînorî, lê PKKê ew weke xwediyê malê xwe zanî, Pêşmerge û xelkê Kurdistanê weke xerîb dîtin! Ji ber wê jî zû bi zû radigihîne ku nabe Pêşmerge biçe wan navçeyên ku dema Pêşmerge bi şerê li dijî DAIŞ'ê mijûl bû, wan dagîr kiriye.

PKK ti carî rêz li serweriya Herêma Kurdistanê negirtiye û rêz li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên wê nagire û ti hesabekê ji yasayan re nekiriye, berûvajî wê bi xiraptirîn şêwe sûdê ji danbixwegirtina Hikûmeta Herêmê û dezgehên we dibîne.

PKK bi mebest şerê bi Tirkiye re derbasî nava Herêma Kurdistanê kiriye û bi planekê şer dike û navçeyên xwe ji artêşa Tirkiye re dihêle, ta xaka me bide dagîrkirin û fişaran li ser Herêma kurdistanê zêde bike.

Destdirêjiya duh ya PKKê li dijî Pêşmerge, destdirêjahiya li ser tevahiya ax, serwerî û gelê Herêma Kurdistanê ye, ji ber vê yekê divê tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi yekdengî û yekhelwestî rûbirûyî vê pilana mezin ya ku serokên PKKê cibicî dikin bibin. Di heman demê de divê Hikûmeta Iraqa Federal jî rol û erkê xwe rabe.

Serwerî ji bo şehîdan, bilind û parastî be ezmûna Herêma Kurdistanê