Serokomariya Iraqê: Hebûna PKKê li Iraq û Herêma Kurdistanê ne yasayî ye

Serokomariya Iraqê êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge şermezar kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomariya Iraqê di daxuyaniyekê de êrîşa li ser hêza Pêşmerge li çiyayê Metîna li parêzgeha Duhokê şermezar kir û ragihand, hebûna PKKê li Iraq û Herêma Kurdistanê ne yasayî ye.

Berdevkê Serokomariya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, “hebûna leşkerî ya Partiya Karkerên Kurdistanê li Iraq û Herêma Kurdistanê ne yasayî ye û divê sînorek ji binpêkirinên wan ên aramiya Iraqê û ewlehiya welatiyên wê têk dide were danîn.”

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin, “Destûra Iraqê rê nade xaka Iraqê ji bo gefxwarina li ewlekariya welatên cîran bê bikaranîn.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê rê li ber binpêkirina serweriya Iraqê were girtin û hêzên Tirkiyê yên li Herêm û Mûsilê vekişin ku ev yek binpêkirina prensîba cîrantiya baş e û li dijî belge û peymanên navneteweyî ye.”

Destnîşan kir jî, “Pêwendiya me ya bi Tirkiye re li ser bingeha berjewendiya hevbeş e û pirsgirêka sînor çareser dikin. Herwiha Iraqê red dike jî ku xaka wê bibe cihê nakokiya dijminane ya her aliyekî.”