ENKS: Divê PKKê rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigire
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa çekdarên PKKê li ser hêza Pêşmerge li çiyayê Metîna li parêzgeha Duhokê şermezar kir û daxwaz ji PKKê kir ku rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigire, destêwerdanê di karûbarên wê yên navxweyî neke û ewlehî û aramiyê wê têk nede.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê daxuyaniyekê de ragihand, “Çekdarên PKKê êrîşî hêzeke Pêşmerge li çiyayê Metîna li qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn.”
Di daxuyaniya xwe de hat gotin: “ENKSê vê êrîşê bi tundî şermezar dike û daxwaz ji PKKê kir ku rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigire, destêwerdanê di karûbarên wê yên navxweyî neke û ewlehî û aramiyê wê têk nede.”
Sekreteriya Giştî ya ENKSê daxwaz ji hemû aliyên Kurdistanî kir jî, bi berpirsatiya xwe rabin û bi helwesteke yekgirtî li hember PKKê û destêwerdana wê di karûbarên Herêma Kurdistanê de diyar bikin û kiryarên wê yên ku ewlehî û aramiya Herêmê têk didin şermezar bikin.
Herwiha daxwaz ji Tirkiye û PKKê kir ku rêzê li serweriya Herêmê û ewlehiya welatiyên wê bigirin û nakokiyên xwe veneguhêsin hundir Herêma Kurdistanê.
Sekreteriya ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî li malbatên şehîdên vê êrîşê kir û hêviya başbûna bilez ji birîndaran re xwast.