PSK: Kuştina Peşmerge xîyaneteke herî mezin e

PSK: Divê PKK dev ji gefxwarina têkbirina azadîya Kurdistanê û destkeftîyên neteweyî berde.
Otomobîla Pêşmerge ya êrîş lê hatiye kirin
Otomobîla Pêşmerge ya êrîş lê hatiye kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) êrîşa çekdarên PKKê li ser hêza Pêşmerge li çiyayê Metîna li parêzgeha Duhokê şermezar kir û ragihand, kuştina Peşmerge xîyaneteke herî mezin e.

Daxuyaniya PSKê wiha ye:

Duh li Herêma Kurdistanê li derdora Amediyê li ser êrîşa PKKê pênc Peşmergeyan jîyana xwe ji dest dan û ewqas kes jî birîndar bûn. Em vê êrîşa li ser Peşmerge bi tundî şermezar dikin û yên birîndar ra jî şîfaya xêrê dixwazin.

Elbet kiryarên provakatîf yên PKKê li Herêma Kurdistanê nû nînin. Ev êrîşa dawî jî nişan dide ku êdî PKK ji bo Herêma Kurdistanê bûye xeterek mezin. PKK bi vê siyaseta xwe destkeftiyên Herêma Kurdistanê dixe bin talûkê, xesar dide stuya federe ya 30 salî û aramîyê li herêmê têk dibe. Eşkere ye ku ev siyaseta bi vê awayî berîya her tiştî xizmeta hêzên dakirker dike ku ji bo fetisandına gelê Kurd kemin danine.

Divê PKK dev ji gefxwarina têkbirina azadîya Kurdistanê û destkeftîyên neteweyî berde.

Pêwîst e bê zanîn ku kuştina Peşmerge xîyaneteke herî mezin e. Û suda vê ne ji PKKê û ne jî ji gelê Kurd ra heye. Îro eger PKK dikare li Herêma Kurdistanê bisitire, ev bi saya destkeftîyên Başur û keda bi deh hezaran Peşmerge ye. Divê her Kurd û dostê Kurdan beriya her tiştî ji keda Peşmerge ra rêz bigrin, azadî serwerîya Herêma Kurdistanê biparêzin û xwedî li dezgeyên gelê Kurd derkevin.

Em carek din bang li PKKê dikin, vê siyaseta dijminane ya ku di xizmeta neyaran da ye biterikînin, ku siyaseta hanê bo Kurdan wê bibe sedema karesat û malwêraniyê.

Her wisa em bang gelê xwe yê eqlê selim jî dikin, li himber vê siyaseta xeternak helwesteke xurt nişan bidin. Bi dengeke bilindtir li hemberê êrîş û planên li dijê gelê me derkevin.

Werin em dek û dolabên dijminên xwe yên qilêr û tarî pûç bikin. Serkeftin dê ya me be, em ê azadîya xwe bi dest bixin.