Erdogan: Me berpirsekî pilebilind ê PKKê li Mexmûrê kuşt

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, wan berpirsê yekem ê PKKê li Mexmûrê kuştiye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, wan berpirsê yekem ê PKKê li Mexmûrê kuştiye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duhî ragihand, di êrişa esmanî bo ser kampa Mexmûrê, berpirsekî pilebilind ê PKKê yê bi navê "Selman Bozkir" bi navê kod "Doktor Huseyin" hatiye kuştin.

Erdogan li Twittera xwe nivîsî jî: “Li vir ez dixwazim nûçeyekî xweş bidim miletê me. Selman Bozkır, bi navê kod "Doktor Huseyin", berpirsê payebilind ê rêxistina teror PKK û berpirsê giştî yê Maxmûrê, duh ji hêla lehengên saziya me ya Istixbarata Neteweyî ve hatiye kuştin.”

Artêşa Tirkiyê pêr bi rêya firokeyên bêfirokevan kampa Mexmûrê bombebaran kiribû û PKKê ragihand ku di encama bombebaranê de 3 kes hatine kuştin.

Herwiha PKKê heta niha nasnameya kesên ku di êrişa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane, aşkere nekiriye.