Îro li Diyarbekirê ahenga Zimanê Kurdî tê kirin

Biryar e îro demjimêr 16.00’an li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê ahenga Zimanê Kurdî dest pê bike.
Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Tora Ziman û Çanda Kurdî bi daxwaza ku “Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê” amadekariyan dike îro 7’ê Hezîranê li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê ahenga Zimanê Kurdî li dar bixe. Biryar e aheng demjimêr 16.00’an dest pê bike.

Di wê derbarê de Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê Hesen Kosen da zanîn, heta niha parêzgariyên bajarên Cizîr û Wanê rê nedin ku xebatek ji bo çand û zimanê Kurdî were kirin û rêkarên li dijî pandemiyê wek bihane digirin û dibêjin ku nabe welatî kom bibin.

Herwiha got jî, pêştir eger ti çalakiyek li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê bihatana kirin, berî rojekê dik dihat danîn û amadekarî dihatin kirin, lê tê pêşbînîkirin ku Parêzgariya Diyarbekirê, rê nede ahenga Zimanê Kurdî were kirin.

Peyamnêrê me da zanîn, aliyên dest bi vê kampînê kirine, dixwazin zêdetir ji yek milyon îmze kom bikin û armanc ji van aheng û mîtîngan ew e, hişyarî li cem welatiyan çêbibe û îmzeyan bidin ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê.

Di 22ê Sibata 2021an de bi beşdariya 9 partî û 300 saziyên civakî yên sivîl ve ji bo ku zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibe zimanê perwerdehiyê û fermî kampanyaya komkirina îmzeyan da destpêkirin.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê her diçe daxwaza ku zimanê Kurdî, bibe zimanê fermî û perwerdehiyê zêdetir dibe û niha jî mebest ew e ku ji milyon û nîv zêdetir îmzeyên daxwazkarên zimanê Kurdî bên tomar kirin û ji bo saziyên Tirkiyeyê û navneteweyî ew daxwaz bên sipartin.