Fermandarê Heşda Şeibî Qasim Muslih hat berdan

Jêdereke ji Ofîsa Fermandariya Operasyonan a Enbarê ya Heşda Şeibî ji K24ê re ragihand; Qasim Muslih bi kefalet hatiye azadkirin.

Bexda (K24) – Jêdereke ji Ofîsa Fermandariya Operasyonan a Enbarê ya Heşda Şeibî ji K24ê re ragihand; Qasim Muslih bi kefalet hatiye azadkirin û sibe bi merasîmeke taybet dê li Baregeha Operasyonan a Heşda Şeibî ya li Enbarê were pêşwazîkirin.

Fermandarê Operasyonên Enbarê yê Heşda Şeibî Qasim Muslih di 26ê meha borî de bi madeya 4 a terorê, ji ber têkiliya wî di kuştina xwepêşandaran de hatibû desteserkirin.

Tê gotin ku di lêpirsînan de li xwe mikur hatiye û çendîn serkirdeyên din ên Heşda Şeibî ligel xwe tevlî kiryarên xwe kiriye û hatine desteserkirin, vê yekê jî karvedanên tund li pey xwe anî û ji ber vê yekê serkirdeyên Heşda Şeibî gefa rûxandina hikûmeta Mistefa Kazimî dixwarin.

Weke bertekek li hember desteserkirina Qasim Muslih, çekdarên Heşda Şeibî avêtibûn ser Devera Kesk a bajarê Bexdayê û tevî kontrolkirina çend pir û deriyên wê deverê, gefên tund li Serokwezîrê Iraqê û hikûmeta wî xwarin û hêzên zêdetir ji parêzgehên din ên Iraqê ber bi Bexdayê bi rê kirin.

Li hember Heşda Şeibî jî hêzên artêş û Dije-Terorê yên Iraqê li Devera Kesk ketin amadebaşiyê û li ser Pira Mueleq li hember çekdarên Heşda Şeibî rawestiyan.