Li Kobanê 20 ciwanan tabloyên xwe di pêşengehekê de pêşkêş kirin

Li bajarê Kobanê 20 ciwanan bi 100 tabloyan ku di 3 salan de xêz kiribûn, di pêşengehekê de pêşkêş kirin.
kurdistan24.net

Kobanê (K24) – Li bajarê Kobanê 20 ciwanan bi 100 tabloyan ku di 3 salan de xêz kiribûn, di pêşengehekê de pêşkêş kirin.

Li Hola Baqî Xido ya Çand û Hunerê, 20 şagirtên hunera şêwekariyê bi 100 tabloyên curbicur di pêşengehekê pêşkêş kirin û pêşangeh dê 3 rojan berdewam.

Li gor Komîteya Amedekar ya Pêşangehê ku tablo berhemên şagirtan yên 3 salan ne û ev pêşangeh di bin çavdêriya 2 rahênerên şêwekariyê de hatiye vekirin.

Biryar bû pêşangeh berî niha bihata vekirin, lê ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, hat paşxistin.

Herwiha Komîteya amedekar destnîşan dike, armanca wan ji vê çalakiyê ew e, moralên şagirtan bilind bibe behreyên wan bi pêş bikeve.

Ev pêşengeha duyem ji vê cureyê ye ku berî 2 salan pêşengeheke din bi vî awayê a berhemên şagirtên navenda navbûrî hatibû li darxistin.