Komîteya Encûmena Nûneran a Iraqê: Divê êrîşa PKKê li ser Pêşmerge were rawestandin

Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Encûmena Nûneran a Iraqê: Divê êrîşa PKKê li ser xalên leşkerî yên Pêşmerge were rawestandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Komîteya Asayiş û Berevaniyê li Encûmena Nûneran a Iraqê ragihand, divê ev êrîşên PKKê li ser Pêşmerge bêne rawestandin, ji ber ku ev destdirêjî ye û yasayên me ye rê nadin tevgera hêzên biyanî li nava Iraqê hebe û ji Iraqê ve êrîş li ser welatên cîran bên kirin.

Komîteyeke hevbeş a Parlamentoya Kurdistanê û Encûmena Nûneran a Iraqê serdana parêzgeha Duhokê kir û konferanseke rojnamevanî ligel Parêzgarê Duhokê li dar xist.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter di konferana rojnamevanî de ragihand, PKK li Herêma Kurdistanê hêzeke nerewa ye û êrîşên wê li ser hêzên Pêşmerge, karekî teroristî ye.

Parêzgarê Duhokê got: “Em ne bi şer re ne û şerê ti aliyekî siyasî jî nakin. Daxwaz ji hemû hêzan dikin, hêzên xwe ji nava xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê vekişînin. Eger şer û nakokiyên wan hene, bila şerê xwe bibin ser xaka xwe, lê eger bi riyên guftûgo û çareseriya aştiyane, gelekî baştir e.”

Got jî: "Em êrîşa PKKê ya li dijî hêzên Pêşmerge bi tundî şermezar dikin û wê weke karekî terorîstî dibînin. Her hêzek ku êrîşî ser li hêzeke rewa ya Herêma Kurdistanê bike, karekî terorîstî ye, ji ber ku Pêşmerge parêzvanên Herêma Kurdistanê ne.”

Ji aliyê xwe ve, Endamê Komîteya Asayiş û Berevaniyê li Encûmena Nûneran a Iraqê Ferîq Nîzal Heyder got: “Em îro hatine parêzgeha Duhokê, ji bo ji nêzîk ve rewşê bişopînin.”

Got jî: "Welatî li Amêdî û Zaxo şehîd dibin, ligel wê jî destdirêjiya Tirkiyê li navçeyê berdewam e ku gelek bingehên leşkerî li nava xaka Iraqê ava kirine û ev jî dagîrkirin e. Mafê Iraqê heye ku bi riya hêzên federal bersiv bide. Em hêvî dikin ku agirbest di zûtirîn dem de were ragihandin, ta welatiyên Herêma Kurdistanê nebin qurbanê şerê PKK'ê û artêşa Tirkiyê.”

Da xuyakirin jî, divê pirsgirêkên PKK û Tirkiye bên çareserkirin û nabe bandora wê li ser Iraqê hebe û divê êrîşên PKK yên ser xalên leşkerî yên Pêşmerge bên rawestandin, ji ber ku ev destdirêjî li ser axa Iraqê ye û yasayên me nahêlin ku tevgera leşkerî ya hêzên biyanî di nava Iraqê de hebin û nabe ji Iraqê ve êrîşî welatên din bikin.”

Destnîşan kir: “Li gorî yasayên navdewletî, mafê me ye ku di her demekê de bersivê bidin. Ez hêvîdar im ku hevkarîyek bêtir di nav hêzên me de çê bibe, her çend e ev hevkarîya han bi awayekî zelal ji alîyê Hewlêrê û Baxdadê ve hatiye dîtin û gelek navendên hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de hatine avakirin, lê belê divê hêze Sînorparêz li Zaxoyê were zêdekirin, Sînora bi Tirkiyê ye 320 kîlometro ye û kontrolkirina wê ne hêsan e.”

Wî Endamê Komîteya Asayiş û Berevaniyê got jî: “Di serdana me de em dixwazin serdana wan cihên ku hêzên Pêşmerge û pasewanên sînor lê bi cih bûne bikin. Em dixwazin rewşê bi awayekî meydanî bibînin, piştre jî em ê pêşniyarên xwe ji Serokatiya Encûmena Nûneran re bilind bikin.”