Şanda Kurdistan û Iraqê serdana deverên sînorî kir

Îro şandeke parlamenterên Kurdistan û Iraqê yên ji fraksiyonên cuda, serdana deverên sînorî yên nahiya Kanî Masê ya ser bi navçeya Amêdî ya li parêzgeha Duhokê kir.
Parlementera Fraksiyona YNKê Şino Eşqî
Parlementera Fraksiyona YNKê Şino Eşqî

Kanî Masê (K24) – Îro şandeke parlamenterên Kurdistan û Iraqê yên ji fraksiyonên cuda, serdana deverên sînorî yên nahiya Kanî Masê ya ser bi navçeya Amêdî ya li parêzgeha Duhokê kir û ji nêz ve li rewşa asayîşa wan deveran û êrîşên Tirkiye û gefên PKKê yên ser seqamgîriya wan deveran lêkolîn kirin.

Parlementera Fraksiyona YNKê Şino Eşqî ji K24ê re diyar kir ku armanca wan a sereke ya ji vê serdanê ew e ku li ser ziyanên encama şerê navbera PKK û Tirkiyê yên li wê deverê û ser xelkê, lêkolînekê bikin, herwiha ji bo agahdarbûnê ye derbarê aloziyên navbera PKK û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de ku derketiye holê.

Şino Eşqî destnîşan kir: “Armanceke me ya din jî ji vê serdanê ew e ku çareyek ji bo vê rewşa nexwestî ya ku li vê deverê derketiye holê, were dîtin. Herwiha hewl bidin ku ev şer û pevçûn ji van deveran were dûrxistin.”

Herwiha eşkere kir: “Şanda parlamenterên Kurdistanê û Iraqê îro di serdana xwe de ligel hejmarek berpirsên îdarî û aliyên pêwendîdar çendîn civîn li ser vê mijarê encam dan û heta sibe dê lêkolînên xwe bidomînin. Em ê di serdana xwe de serî li çend deverên din ên sînorî yên vê parêzgehê bidin û piştre raporta xwe ya taybet li ser rewşa van deveran amade bikin.”

 Şino Eşqî got: “Tiştê li van deveran di navbera PKK û Tirkiyê de diqewime, binpêkirineke eşkere û zilmeke mezin e li hember axa Herêma Kurdistanê û xelkê vê deverê, loma divê ev alozî ji axa Herêma Kurdistanê were dûrxistin, çimkî artêşa Tirkiyê hebûna PKKê li wan deveran kiriye hincet, da ku axa Herêma Kurdistanê dagir bike.”