Wezîrê Darayî: Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke baş a aboriyê ve diçe

Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Cenab Nûrî ragihand; Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke baş a pêşketina aboriyê ve diçe

Hewlêr (K24) – Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Cenab Nûrî ragihand; Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke baş a pêşketina aboriyê ve diçe.

Awat Cenab Nûrî di civînekê de ligel berpirsên aborî yên Amerîkayê, li ser geşedanên herî dawî yên girêdayî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê tekez kir ku Herêma Kurdistanê amade ye rêkeftinê bike û nehêle xelk bibe qurbanî.

Herwiha her du aliyan daxwaz kirin ku di demeke herî nêz de kêşeyên navbera her du aliyan werin çareserkirin.

Di vê çarçoveyê de, Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî ragihand: “Me ji aliyê Iraqî re gotiye ku em pabend in bi erkê ku yasaya budceyê xistiye ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Semîr Hewramî herwiha diyar kir ku bi Wezîrê Petrolê yê Iraqê re civînek hatiye kirin û ti kêşeyeke mezin nemaye û ew li bendê ne ku hikûmeta Iraqê erkên xwe cîbicî bike.